Mele Cîhad Doskî: Me qencî ji Babe Şêx dîtin, em gelek xembar in

Hewlêr (Rûdaw) - Serokê Liqa Duhokê ya Yekîtiya Zanayên Ola Îslamê, Mele Cîhad Doskî ragihand, ew gelek bi koça dawî ya Babe Şêx xemgîn bûne û got, em serxweşiyên xwe pêşkêşî Mîr Hazim Tehsîn Beg û xwîşk û birayên xwe yên Kurdên Êzidî li tevahiya cîhanê dikin.

Mele Cîhad Doskî amaje bi rola Babe Şêx di civaka Kurdistanê de kir û diyar kir, Babe Şêx roleke bi bandor di pêkevjiyana pêkhateyan de hebû. Mele Ziyad Doskî got: “Ya me ji Babe Şêx bihîstî, ji bilî xêr û başiyê tiştek nebû. Ne tenê bi axavtin, lê bi kiryar kar bo pêkvejiyanê dikir.”

Serokê Liqa Duhokê ya Yekîtiya Zanayên Ola Îslamê herwiha da zanîn: “Babe Şêx ti ferq û cudahî di navbera ol û mezheban de nedikir û berdewam digot, divê em pêkvejiyana xwe nû bikin. Me qencî ji Babe Şêx dîtin, em gelek xembar in bi koça dawî ya wî.”

Rêberê Rûhanî yê Êzidiyan Babe Şêx şeva bihorî li li nexweşxaneyeke Hewlêrê di 87 saliya xwe de ji ber nexweşiyê koça dawî kiribû.

Şîna giştî ya Babe Şêx 3 rojan dibe, lê belê li qezaya Şêxanê dê şîna bo mirina wî heft rojan berdewam be.

Ji ber wefata Babe Şêx, serkirdeyên Herêma Kurdistanê û Iraqê peyamên sersaxiyê belav kirin û tevî xemgîniya xwe ji ber koça dawî ya wî, tekezî li ser rola bi bandor a wî di pêkvejiyana navbera pêkhateyan de kirin.