Li devera Somayê ya Ormiyê serê kurdekî hat jêkirin

 

Hewlêr (Rûdaw) – Hat zanîn ku serê kurdekî gundê Nêçelanê yê girêdayî bajarê Ormiyê yê Rojhilatê Kurdistanê hatiye jêkirin. Hinek kes dibêjin, çekdarên DAIŞê serê wî jê kirine.

 

Çend roj berê li herêma Biradostê ya Ormiyê, serê kurdekî bi navê Ferhad Mihemedî hatibû jêkirin.

 

Li gorî hinek çavkaniyan, serê Ferhad ji aliyê çekdarên DAIŞê ve hatiye jêkirin lê nayê zanîn çima ev kar kirine.

 

Ferhad Mihemedî xelkê gundê Nêçelanê yê devera Somayê ya Ormiyê bû û di salên 1980î de endamê Partiya Demokratk a Kurdistanê bû.

 

Heta niha ti daxuyaniyeke fermî li ser vê bûyerê nehatiye dayîn.

 

Mehekê beriya niha jî li devera Mirgevera Ormiyê li Rojhilatê Kurdistanê, şer û pevçûn di navbera hin çekdarên DAIŞê û hêzên pasdar ên Îranê de derketibû.