HSDyê cenazeyek stand û girtiyek jî berda!

Hewlêr (Rûdaw) - HSDyê cenazeyê endamekî xwe yê ku di destê grûpên çekdar ên ser bi Tirkiyeyê de bû vegerand.

Navenda Ragihandinê ya Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) da zanîn, roja şemiyê li bajarê Minbicê di pêvajoyeke pevguhertinê de, wan cenazeyê endamekî Encûmena Leşkerî ya Minbicê vegerandiye.

Hat diyarkirin ku pêvajoya pevguhertinê bi rêya hinek navbeynkarên xwecihî hatiye encemdan.

Vegerandina cenazeyê endamê HSDyê, li hemberî berdana çekdarekî ji wan grûpan bûye.

Navê çekdarê ku hatiye berdan Mihemed Nûr Deibûl e ku sala 2020an li gundewarên rojavayê Girê Spî ketibû destê Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD).

Grûpa çekdar a bi navê Artêşa Niştimanî ya Sûriyeyê ku nêzîkî Tirkiyeyê ye ti daxuyaniyên fermî nedane.