Rêveberiya Xweser 50 DAIŞî berdan

Hewlêr (Rûdaw) – Rêveberiya Xweser a Rojavayê Kurdistanê 50  DAIŞiyên din ên ku ketin ber efûyê, ji girtîgeha navendî ya Hesekê berdan.

Meclîsa Gelan a Demokratîk 17ê Tîrmeha 2024an efûya giştî ragihandibû. 

Meclîsa Edaleta Civakî bi hevkariya Hêzên Ewlehiya Hundirîn (Asayîş) îro di çarçoveya wê efûyê de 50 DAIŞiyên din ji girtîgeha Hesekê berdan.

Di dema berdana wan girtiyan de nûnerên Nivîsgeha Têkiliyên Giştî ya Hêzên Ewlehiya Hundirîn û rûspiyên eşîran jî amade bûn.

21ê Tîrmehê jî hinek DAIŞî ketibûn ber eftûyê û hatibûn berdan.

Bi vê yekê hejmara girtiyên ku hatine berdan, dibe hezar û 111 kes.  

Tê gotin ku piştî çend rojên din hinek girtiyên din ên ku ketine ber efûyê jî dê werin berdan.

Li gorî yasaya efûyê heta dawiya îsal dê hezar û 500 kesên ku bi sûcê DAIŞê li Rojavayê Kurdistanê di zindanê de ne werin berdan.

Biryara efûya giştî li ser daxwaza rûspiyên eşîran a di civîna duyemîn a Yekîtiya Niştimanî ya Eşîr û Pêkhateyên Sûriyeyê de hatibû dayîn.