Hêzên Tirkiye gundên Til Temirê bi dijwarî topbaran kirin

Hewlêr (Rûdaw) - Hêzên Tirkiye gundên Ebboş, Um el-Kêf,  Tewîle û Til Tewîl li navçeya Til Temirê li bakurê rojavayê Heseke ya Rojavayê Kurdistanê topbaran kirin, hevdem taxa Hemre li nav bajarokê Til Temirê jî çend top lê ketin xwarê.

Li gor çavkaniyên Rêveberiya Xweser, êvara 1ê Îlonê hêzên Tirkiye gundên Ebboş, Tewîle û Til Tewîl li navçeya Til Temirê li bakurê rojavayê Heseke ya Rojavayê Kurdistanê topbaran kirin.

Herwiha li taxa Hemre ya nav bajarokê Til Temirê jî çend top lê ketin xwarê, di encam de sentrala elktirîkê li gunê Um el-Kêf ji kar ket, û zerareke zêde giha mal û milkên wan gundan, û pêleke koçberbûnê destpê kir.

24ê Tebxa borî jî, hêzên Tirkiye gundên Til Leben û Gozeliyê li navçeya Til Temir topbaran kiribûn.