HDP dixwaze vegerin ser ‘Peymana Dolmabahçeyê’
Amed (Rûdaw) - Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) li 8 bajarên Bakurê Kurdistanê û Tirkiyeyê xwest di 1ê îlonê Roja Aştiya Cîhanê de zincîra aştiyê pêk bîne û banga pêvajoyeke çareseriyê ya nû bike. Lê li gelek bajaran polîsan rê neda çalakiyên HDPê. Li ser vê yekê HDP neçar ma tenê daxuyaniyek bide çapemeniyê. HDPyiyan di daxuyaniya xwe de xwest hikûmeta Tirkiyeyê pêvajoya aştî û çareseriyê ku di 28ê sibata sala 2015an li Qesra Dolmabahçeyê şikestibû ji nû ve berdewam bike.
Partiya Demokratîk a Gelan HDPê li 8 bajarên Tirkiyeyê û Bakurê Kurdistanê xwest bi boneya 1ê Îlonê Roja Aştiya Cîhanê çalakiyên girseyî li dar bixe û zincîra aştiyê pêk bîne. Yek ji van bajaran jî Amed bû.
Navnîşana çalakiya li Amedê Qada Şêx Seîd bû. Lê bi biryara Parêzgeriya Amedê polîsan li 5 cihan têlbend danî, girseya HDPê ji hev qut kir û nehişt zincîra aştiyê pîk binin. Li ser vê yekê HDPyî neçar man tenê daxuyaniyek bidin çapemeniyê.
HDPyiyan banga hevserokên xwe dubare kirin û xwestin pêvajoyeke nû ya çareseriyê careke din dest pê bike.
Parlamentera HDPê ya Êlihê Ayşe Acar Başaran ji Rûdawê re got: “Bangewaziya me li gelê Tirkiyeyê temam e; werin em yekitî û tifaqa demokrasiyê bi hev re ava bikin û demokrasiyê bi hev re ava bikin. Em hertim dibêjin û dubare dikin divê vegerin ser Peymana Dolmabahçeyê.”
Li gorî HDPyiyan ji bo diyalogeke rasteqîn beriya her tiştî divê rewşa heyî ya tund bê asayîkirin.
AK Partî berevajî HDPê difikire. Li gorî AK Partiyê pirsa takekesên Kurd hene û tenê partiya wan dikare van pirsan jî çareser bike.
Serokê AK Partiyê yê Amedê Serdar Budak jî got: “Li Tirkiyê pirsa kurd, pirsa tirk, pirsa ereb, pirsa laz, pirsên wiha tune ye. Helbet pirsgirêk naqedin. Lê ji bo çareserkirina pirsa kurdan, pirsa tirkan, ereb û lazan jî partiyek heye; ew jî AK Partî ye.”
Partiya Komarî ya Gel (CHP) ku heta çend sal berê jî hebûna pirsa Kurd red dikir, niha vê pirsê dipejirîne. Li gorî Seroka CHPê ya Amedê ew dikarin bi referandûmek ku di nava Kurdan de bê kirin pirsa perwerdehiya bi Kurdî jî çareser bikin.
Seroka CHPê ya Amedê Gonul Ozer jî dibêje: “Dema ku pirsa kurd ji bo çareseriyê bînin ser maseyê, perwerdehiya zimanê kurdî jî li gorî wê demê, li gorî pêdiviyên wê demê jî binirxînin. Eger pêwîst bike rapirsî, pêwîst bike referandûm, ji bo gel kîjan baş be divê ew bê kirin.”
Her çiqas opozîsyona Tirkiyê ya sereke û hin partiyên biçûk ên nêzîkî Hevpeymaniya Milet derbarê çareserkirina pirsa kurd de zimanekî wêrektir bi kar tînin jî kes nizane dema bûn desthilatdar dê sozên xwe bînin cih an na.