ROJAVA - Ji pola 4an ve zimanên pêkhateyan tê xwendin
Hewlêr (Rûdaw) - Ji bo pêşwazîkirina sala nû ya xwendinê li herêmên Rojavayê Kurdistanê, sazî û dezgehên pêwendîdar bi proseya perwerde û xwendinê yên ser bi Rêveberiya Xweser ve, di tevger û amadekariyê de ne. Hevseroka Desteya Perwerde û Fêrkirinê jî dibêje, ji polan 4an ve xwendin bi zimanên pêkhateyan dibe.
Bi mebesta pêşwaziyê li sala nû ya xwendinê, li Rojavayê Kurdistanê, sazî û dezgehên ser bi Rêveberiya Xweser ên pêwendîdar bi proseya perwerde û xwendinê, di tevger û amadekariyê de ne.
Derbarê vê yekê, Hevseroka Desteya Perwerde û Fêrkirinê li Herêma Cizîrê, Semîra Hac Elî, ji Tora Medyayî ya Rûdawê re ragihand, Desteya Perwerde û Fêrkirinê ji bo sala 2019-2020an, ji Havînê ve dest bi amadekariyan kiriye.
Semîra Hac Elî diyar kir, ew amadekarî di warê perwerdekirin û rahênankirina mamosteyan de bû, li ser rêbaz û materyalên xwendinê.
Îsal dê pola 11ê têkeve nav rêbaza xwendinê, piştî ku sala par pola 10ê hebû. Ew jî dê bi rêbaza Rêveberiya Xweser be, li ser beşên zanistî û wêjeyî.
Semîra Hac Elî herwiha got: “Em hewl didin ku kêmasî kêmtir bin. Bi gotina Hevseroka Desteya Perwerde û Fêrkirinê, Ji 1ê Îlonê ve, dibistan weke rêveberî hatin vekirin û dê di 15ê Îlonê de, bi fermî sala xwendina 2019-2020an destpê dike.”
Hevseroka Desteya Perwerde û Fêrkirinê li Herêma Cizîrê diyar kir, di van 15 rojan de, navên xwendekarên nû yên pola yekem û pêşdibistan jî, têne tomarkirin û hejmara wan heta piştî mehekê wê bê naskirin.
Semîra Hac Elî da xuyakirin: “Rêbaz û materyal heman ên sala par in û serastkirinên pêwîs û guncaw hatine kirin û ev kar jî berdewam dike. Ew materyal bi zimanên Kurdî, Erebî û Siryanî ne û her pêkhateyek bi zimanê xwe dixwîne, heta pola sêyem bi zimanê dayikê ye û di pola çarem de zimanên pêkhateyan tevlî rêbaza xwendinê dibe. Pola pêncem jî zimanên biyanî tevlî dibin. Ew jî zimanên Ingilîzî û Fransî ne.”
Semîra Hac Elî got: “Ji bo sala nû ya xwendinê, pêdivî bi 1 milyon û 400 hezar pirtûkan heye, û heta niha jî hejmareke baş jê hatine çapkirin, lê hêj çapkirin berdewam e.”
Derbarê hejmara xwendekaran û mamosteyan de jî wê rayedara Rêveberiya Xweser destnîşan kir: “Hejmara xwendekaran 230 hezar û 489 xwendekar yên sala par hene, ji ber ku heta niha tomarkirina şagird û xwendekaran di sala nû de, bidawî nebûye. Hejmara mamosteyan ku di korsên Havînê de û li akademiyayan hatine perwerdekirin, 18 hezar û 621 mamoste ne. Hejmara giştî ya mamosteyan jî 19 hezar û 189 kes e.”
Derbarê astengî û zehmetiyan de, Hevseroka Desteya Perwerde û Fêrkirinê ji Rûdawê re got: “Her salek derbas dibe, zehmetî kêmtir dibin, weke mînak asta mamosteya sal bi sal baştir dibe. Di serastkirina rêbazên xwendinê de jî, şopandin û kar berdewam in. Hinek zehmetî di warê çapkirina pirtûkan de hene, lê hewl têne dan ku îsal ew astengî nemîne. Bi giştî, kar hêsantir bûye û zehmetî kêmtir dibin, tevî ku ji aliyê çaksazkirina dibistanan ve, hinek zehmetî hene, ku ew zehmetî jî, di warê pêwîstiyên teknîkî de ne.”
Semîra Hac Elî got, amadekariyên pêwîst dê bêne kirin, ji aliyên rêvebeirya wan û tomarkirina şagird û xwendekaran ve, hem jî ji aliyê dabeşkirina mamosteyan li ser dibistanan û erk û peyrewên ku li ser milên rêveberiyên dibistanan hene.
Komîteyên çaksazkirina dibistanan ketine kar û hêj berdewam in.
Herwiha Desteya Perwerdeyê dibêje, dibe ku îsal ji salên berê baştir û serkeftîtir derbas bibe.