YNK: Çiyayê Sefîn ji holê rabe, YNK ranabe

Silêmanî (Rûdaw) – Piraniya Polîtbûroya YNKê li mala Sekreterê Giştî yê YNKê Celal Talabanî civiyan û derbarê ragihandina “Navenda Biryardanê” de daxuyaniyek belavkirin.

 

Di daxuyaniyê de hate gotin ku beşek ji berpirsên YNKê organek bi navê “Navenda Biryardanê” ragihandine û ev helwest bûye sedema nîgeraniyê.

 

Di daxuyaniya “Piraniya Endamên Polîtbûroya YNKê” de hatiye gotin, “Polîtbûroya YNKê û Encûmena Navendî jî derbarê ragihandina organek an jî navendeke biryardanê ti gotinek nekiriye.”

 

Piraniya Polîtbûroya YNKê diyar dike ku ragihandina navendeke wiha bêyî rizayê bûye û lewma jî ji bo zelalkirina vê peydakirina çareseriyekê, di demek nêzîk de Encûmena Serkirdetiyqa YNKê dê civîneke asayî saz bike û helwesta YNKê ragihîne.

 

Di daxuyaniyê de wiha tê gotin:

 

“Em li hêviyêne ku hemû hevalên serkirdetiyê guh bidin vê bangawaziyê. Em tekez dikin ku dê YNK di encamê de serkeftî be û ji vî şûnde jî xebata xwe ya demokrasî û edeletxwaziyê berdewam bike. Herweke Mam Celal jî gotiye: Çiyayê Sefîn ji holê rabe, YNK ranabe!”