Nêçîrvan Barzanî ji Kurdên Êzidî re: Em dê her tim piştgîriyê bidin we

Hewlêr (Rûdaw) – Serokê Herêma Kurdistanê cejna Çilê Havînê ya Kurdên Êzidî pîroz kir û got, “Em hemû piştrast in ku em ê her tim piştgiriyê bidin we.”

Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî bi boneya cejna Çilê Havînê peyamek belav kir û tê de ev cejna Kurdên Êzidî pîroz kir.

Nêçîrvan Barzanî di peyama xwe de got, “Ez cejna Çilê Havînê bi germî li hemû xwişk û birayên Êzidî yên li Kurdistan, Iraq û li her deverê cîhanê pîroz dikim. Hêvîdar im cejn û behnvedaneke aram derbas bikin û cejna xêrê û aramiyê be.”

"Em dê her tim piştgiriyê bidin wan"

Nêçîrvan Barzanî, peyama xwe ya ji bo Kurdên Êzidî wiha domand:

“Di vê dema ku cejn û bîranîna komkujiya Êzdiyan bi hev re ne, em hemû qurbaniyên Êzidiyan bi rêz û rûmet bi bîr tînin.

Dilê me bi malbatên wan û hemû xwişk û birayên Êzidî re ye ku heta niha jî ber vê karesatê dinalin. Em hemû piştrast in ku em dê her tim piştgiriyê bidin wan.”