Li Wanê 10 koçber hatin desteserkirin

Hewlêr (Rûdaw) - Li navçeya Armûşê ya Wanê ya Bakurê Kurdistanê, 10 koçber hatin desteserkirin.

Tîmên Rêveberiya Ewlehiyê ya Wanê îro li Taxa Yeniyê ya navçeya Armûşê bi ser malekê de girt û wan 10 koçber desteser kirin.

Di operasyonê de kesek jî bi hinceta “veşartina koçberan” hat desteserkirin û bo Rêveberiya Ewlehiyê ya Wanê hat birin.

10 koçber radestî Navenda Paşde Vegerandinê ya Rêveberiya Îdareya Koçê ya Wanê hatin kirin.

Piştî ku li Efxanîstanê sala 2021ê Talîban hat ser desthilatê, hejmara koçberên ku dixwazin di ser Wanê re derbasî Tirkiyeyê û welatên Ewropayê bibin zêde bûye.