Li Dîlokê 2 malbat bi çekan bi hev ketin: 15 kes birîndar bûn

Hewlêr (Rûdaw) - Li parêzgeha Dîlokê ya Bakurê Kurdistanê di encama şerê bi çekan yê di navbera 2 malbatan de 15 kes birîndar bûn, yek ji wan birîndaran polîs e.

Li gor zanyariyan li taxa Barişê ya navçeya Şahînbeyê ya Dîlokê di navbera endamên 2 malbatan de nîqaş derket.

Piştî demekê şer dest pê kir û her du aliyan bi çekan êrişî hev kir.

Li ser agahdarkirinê hejmareke zêde ya hêzên ewlehiyê çûne cihê bûyerê.

Di encama şer de ji her du malbatan 14 kes birîndar bûn, her wiha polîsekî bi navê M.S jî dema ku hewl dida midaxaleyî şer bike birîndar bû.

Tîmên tenduristiyê birîndar birin nexweşxaneyên cuda yên li Dîlokê.

Hat ragihandin ku hêzên ewlehiyê li ser bûyerê lêkolîn daye destpêkirin.