Serok Mesûd Barzanî hêviya xweşiyê ji Kurdên Êzidî re xwest
Hewlêr (Rûdaw) – Serok Mesûd Barzanî cejna Çileya Havînê li Kurdên Êzidî pîroz kir û ragihand, “Hêvîdar im ev cejn ji bo hemû Êzidiyan û bi taybet Êzdiyên Kurdistanê bibê destpêka xweşiyê.”
Serok Mesûd Barzanî îro 2yê Tebaxa 201ê bi boneya cejna Çileya Havînê ya Kurdên Êzidî peyamek pîrozbahiyê belav kir û pîrozbahî civata rûhanî ya Êzidiyan û hemû Êzidiyên Kurdistan û cîhanê kir.
Mesûd Barzanî di peyama xwe de hêviya xweşiyê û derbasbûna birîn û êşên Kurdên Êzidî xwest.
Barzanî got: “Bi helkefta cejna Çileya Havînê ya xwîş û birayên Êzidî pîrozbahiyeka germ li Encûmena Ruhanî û hemû Êzdiyên Kurdistan û cîhanê dikim.
Hêvîdar im ev cejn ji bo hemû Êzidiyan û bi taybet Êzdiyên Kurdistanê bibê destpêka xweşiyê û kevînbûna hemû birîn û êş û azarên destê terorê. Hêviya min ew e ku xwîşk û birayên Êzidî jiyan û hemû cejn û helkeftên olî di aramî û tenahiyê de bi ser bibin. Cejna we pîroz be û bimînin di xêr û xweşiyê de.”
Cejna Çileya Havînê cejneke serekî ya Kurdên Êzdî ye û her sal bi merasimên taybet li Perestgeha Lalişê ev cejn tê pîrozkirin. Kurdên Êzdî bi armanca beşdariya di vê cejnê de, ji derveyî welat û parçeyên Kurdistanê serdana Başûrê Kurdistanê dikin.
Di merasîmê de dia têne kirin û qewlbêj ligel dengê def û şibabê stranên olî dibêje.
Kurdên Êzdî her sal weke vê hefteyê bi helkefta Cejna Çileya Havînê li Perestgeha Lalişê kom dibin û merasimên xwe yên olî li dar dixin.