Dadgeha Hewlêrê cezayê îdamê bi ser bikujên fermandarê Kurd de sepand

Hewlêr (Rûdaw) - Dadgeha Tawanan a Hewlêrê roja Duşemê ji ber kuştina Fermandarê Partiya Demokrat a Kurdistan – Îranê (PDK-Î) Qadir Qadirî yê ku di sala 2018an de hatibû kuştin, cezayê darvekirinê da sê kesan.

Fermandarê Partiya Demokrat a Kurdistan – Îranê  (PDK-Î) Qadir Qadirî, di Adara 2018an de li gundê Hertalê ya navçeya Ranya, li nêzîkî Silêmanî kuştî hatibû dîtin.

Parêzerê dozê Ayad Kakayî piştî rûniştina dadgehê di civîna çapemeniyê de got "Dadgeha Tawanan a Hewlêrê biryar da ku sê tawanbarên ku di kuştina Qadir Qadirî de li sûcên xwe mukir hatine, bi darvekirinê mehkûm bike."  

Dadgeha Hewlêrê ji ber kuştina Qadir Qadirî di dawiya Tîrmehê de 5 kesan mehkûm kir, lê hukim ji bo Tebaxê hat taloqkirin. Du kesên din ên ku di dozê de hatine mehkûm kirin tevlîbûna xwe nepejirandin û li gorî qanûna cezayê ya Iraqê di derbarê dayîna agahiyên derewîn an nehiştina agahiyan de hatin cezakirin. Çar ji wan hemwelatiyên Herêma Kurdistanê ne û yê din jî ji Rojhilatê Kurdistanê ye.

Herwiha parêzeran ji bo mehkûmiyeta ji kuştina bi qestî bibe ya terorê serî li dadgehê dan.

Parêzer Suhreb Rehmetî jî ji çapemeniyê re wiha got "Bê guman destê biyanî di bûyerê de hebû, ew jî hêzên parastina şoreşa îslamî ya Îranê (Pasdar) û îstixbarata wê ne. Sûcdaran ev yek îtîraf kirin û wan berî kuştinê bi rayedarên li ser sînor re hevdîtin pêk anîne."

Li gorî Kakeyî, hersê kesên ku li xwe mukir hatin gotin ku ji wan re yek milyar tûmen (40,000 dolar) ji bo kirina vî karî hatiye pêşniyar kirin.

Endamê polîtburoya PDK-Î Mensûr Mirwatî got "Bi dîtina me wekî KDP-Î, ev terorîzm e. Ew ne tenê kuştinek normal e. Ji ber vê yekê em hêvî dikin ku sîstema dadwerî ya Kurdistanê û dadgeha Hewlêrê berpirsên rasteqîn ên vî sûcî ku Komara îslamî ye nas bike.”

Qadir Qadirî li Koyê navenda ku Pêşmegên Rojhilatê Kurdisanê lê bûn dijiya. Cenazeyê wî ji aliyê polîsên Ranyayê ve li goristana Hartalê hatibû dîtin. Qadirî 21 caran hatibû gulebarankirin. Partiya wî got ku fermandar bi otomobîla xwe ya kesane serdana yek ji eniyên wan dikir. PDK-Î îdia kir ku kuştina Qadirî bi fermana Pasdaran bûye.