ASTANA - Şanda Opozîsyonê: Li ser rawestandina şer me lihev kir

Hewlêr (Rûdaw) - Gera 13an ya Astana di derbarê krîza Sûriyê de bi dawî bû û di encamnameya Astana 13 de hatiye, ku welatên garantor Desthilata Otonomî li Rojhilatê Ferat li Sûriyê, bi behaneya şerê li dijî terorê red dikin. Herwiha welatên garantor dibêjin ku divê serwerî û yekîtiya Sûriyê, bo parastina ewlekariya welatên cîran bê parastin.

 

Gera 13ê ya Astanayê derbarê Kirîza Sûriyê de bi dawî bû. Welatên garantor Rûsya, Tirkiyê û Îran, herwiha welatên çavdêr ên beşdarbûyî razîbûna xwe li ser pêvajoya siyasî li Sûriyê û encamên dawî yên danîna peyrewê navxwe yê komîteya destûra nû bo Sûriya siberojê anîn ziman. Hevdem di daxuyaniya dawî ya gera 13ê de hatiye, ku hemû welatên beşdarbûyî rê li ber sazkirina komîteya destûrê xweş dikin.

 

Di daxuyaniya Gera 13ê de hatiye tê gotin Divê sivîl û leşkerên welatên garantor li devera kêmşer li Idlibê bên parastin. Divê Tehrîr El Şam, DAIŞ û grûpên terorist li navçeyê bên jinavbirin.  Welatên garantor Desthilata Otonomî li Rojhilêatê Feratê Sûriyê bi sedema şerê dijî terorê red dikin. Divê serwerî û yekîtiya Sûriyê bo parastina ewlekariya welatên cîran bê parastin. Welatên garantor piştîvanîkirina proseya pevguhertina dîlgirtiyan di navbera hikûmetê û opozisyonê de dikin. Welatên garantor piştîvanîkirina vegera koçberan û zêdekirina qebareya alîkariyan bo hemû xelkê Sûriyê dikin.”

 

Ji aliyê xwe ve Serokê Şanda Opozisyonê Ehmed Tuma behsa pêwîstiya agirbestê li Idlibê û herwiha nêzîkbûna sazkirina komîteya destûra nû kir.

 

Ehmed Tuma got: “Em gihiştin rêkeftina rawestandina şer, ev rêkeftin ji bo rawestandina tawankariya serdemê ye û sozên welatên gerentor jî hene ku ev rêkeftin were bicîkirin. Em bawer dikin etmosfer ber bi vê rêyê ve diçe, me daxwaz kiriye ku rêjîm pabendî bicîkirina vê rêkeftinê bibe û êrîşên xwe li ser xelkê sivîl rawestîne. Herwiha me behsa komîteya destûrê kir, ez bawer dikim komîteya destûrê bi serokatiya Netewên Yekbûyî gavên erênî davêje.”

 

Di heman mijarê de Serokê Şanda Hikûmeta Sûriyê li Astanayê Beşar Caferî tekezî li ser hevtêgihiştinên Soçî û Astanayê kir, ku pêwîst e Tirkiyê çekên giran ji dest “terorîstan” derxîne.

 

Beşar Ceferî dibêje: “Rawestandina şer li Şamê bi merc hate ragihandin, ku aliyê Tirkiyê hevtêgihiştinên Soçî û Astanayê bicî bike û çekên giran û yên navendî yên di destê terorîstan de bêne derxistin ku gundewarên bakurê Laziqiyê, gundewarên Hemayê û gundewarên rojavayê Helebê ji navçeyên di destê Tirkiyê de ji Idlibê bombebaran dikin.”

 

Piştî bi dawîbûna gera 13ê ya Astanayê bi saetekê, li gor medyaya nêzîkî hikûmetê û çalakvanên xwecihî grûpên cîhadxwaz bajarokê Qerdaha û derdora wê mûşekbaran kirin, herwiha li gor çavkaniyên opozisyonê, hêzên hikûmetê başûrê Idlibê û bakurê Hemayê bi 50 mûşekan bombebaran kirin.