Kurdên Êzdî cejna Çilê Havînê pîroz kirin

Duhok (Rûdaw) - Îro Cejna Çilê Havînê ya Kurdên Êzdî ye, ev çar sal in sibeha cejnê xizmên qurbaniyên destê DAIŞê têne goristana qurbaniyan.

 

Welatiya bi navê Gulê Seydo ji Rûdawê re diyar kir ku ew tên ser tirba miriyên xwe ku di nav destê DAIŞê de mirine.

 

Xunav Xwedêda jî diyar kir ku ew cejna hemû Kurdên Êzdî û ya malbata xwe pîroz dike û got: “DAIŞ komkujî bi ser me de anî, em du salan di destê DAIŞê de man.” Xwedêda eşkere kir ku çendîn endamên malbata wê ji aliyê DAIŞê ve hatine kuştin.

 

Xelkê Şingalê di roja Cejna Çileya Havînê de berê xwe didin Mezargeha Şerfedîn.

 

Micêwirê Mezargeha Şerfedîn Şêx Îsmaîl diyar kir ku vê cejnê li hemû êzdiyan pîroz dike û ragihand ku daxwaza wan ew e ku girtiyên di destê DAIŞê de bila rizgar bibin.

 

Li gor biryara Civata Rûhanî ya Êzdiyan ev çar sal in merasîma Cejna Çile ya Havînê nehatine kirin. Cejna Çilê Havînê dikeve 2ê Tebaxê.

 

Sibe jî 3ê Tebaxê ye. Rojeke gelekî xemgîn û bi êşe di dîroka Kurdistanê de. 4mîn salvegera Komkujiya Kurdên Êzdiyî ye. DAIŞêê êrîşî Şingalê kir û dest bi xerabtirîn komkujiya mirovahiyê kir.

 

4 sal di ser wê komkujiyê re derbas dibin û hîn jî çarenivîsa gelek keç û kurên Êzdiyan ku ji aliyê DAIŞê ve hatibûn revandin ne diyar e û malbatên wan bi hêvî ne, ku ew ji destê DAIŞê rizgar bibin.