Nêçîrvan Barzanî bo Koçer Bîrkar: Serkeftina te bû şanazî ji bo gel û niştiman

Hewlêr (Rûdaw) – Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî bi peyamekê pîrozbahî li Koçer Bîrkar kir ku mezintirîn xelata cîhanî ya bîrkariyê (matematîk) wergirt.

 

Serokwezîr Nêçîrvan Barzanî di peyama xwe de ji Koçer Bîrkar re diyar kir ku "ev xelat û serkeftina we ya zanistî bûye mayeya kêfxweşî û şanaziyê ji bo gel û niştiman".

 

Peyama pîrozbahiyê ya Serokwezîrê Herêma Kurdistanê

 

Birêz Koçer Bîrkar

 

Ez ji ber vê serkeftina we ya mezin, we û malbata we pîroz dikim. Ev xelat û serkeftina we ya zanistî, bûye mayeya kêfxweşî û şanaziyê ji bo gel û niştiman.

 

We bi vê serkeftinê nimûneya xortê jîr û zanistkar ê serkeftî yê Kurd nîşanî cîhanê da, ku dikarin di asta zanayên mezin ên cîhanê de bin, di heman demê de xelata we ya zanistî dê bibe bawerbixwebûn û hander ji bo dahênana zêdetir a xortan di hemû waran de, bi taybetî jî di warê zanistî de.

 

Ez cardin we pîroz dikim, bi hêviya temenê dirêj û serkeftinên zêdetir.