Îranê kurdek bi tometa kuştina 2 leşkerên xwe îdam kir

Navenda Nûçeyan - Girtiyekî Kurd bi tometa kuştina 2 endamên Supaya Pasdaran a Îranê hate sêdaredan.

 

Li gorî agahiyan, îro çarşembî 2ê Tebaxê danê sibê girtiyê Kurd ê bi navê Murteza Rehmanî li girtîgeha navendî ya bajarê Sineyê hatiye îdamkirin. 

 

Murteza Rehmanî xelkê gundê Tîleko yê girêdayî bajarê Seqizê ye, ku di sala 2011ê de  bi tometa endambûn di partiyeke Rojhilata Kurdistanê de û herwiha kuştina 2 endamên Supaya Pasdaran a Îranê de ji aliyê hêzên ewlehiyê yên wî welatî ve hatibû girtin.

 

Piştî mana 2 salan di zîndanê de, Rehmanî ji aliyê dadgeheke Îranê ve bi heman tometan cezayê 3 caran sêdaredanê li wî hate birîn.

 

Her çende Murteza Rehmanî ew tomet red kiribûn, lê di dadgeha pêdaçûnê de ew ceza hate pesendkirin û 2 rojan berî niha jî ji bo odeya takekesî hatibû veguhestin û îro jî cezayê wî hate cîbcîkirin.

 

Navendên mafên mirovan berî niha ragihandibûn, ku Murteza Rehmanî bi tometa endambûn di nava PJAKê de hatiye girtin, lê PJAKê di sala 2014ê de red kiriye ku Rehmanî endamê wan be.

 

PJAKê herwiha gotibû, ku Rehmanî berî niha alîkariya Supaya Pasdaran kiriye.