VÎDEO – Gundî nikarin vegerin

Kerkûk (Rûdaw) - Piştî 3 mehan ji kontrolkirina gundê Beşîr, heta niha bi tenê 10 malbat vegeriyane.


Gundî dibêjin ji ber ku gund wêran bûye, ew nikarin vegerin.


Gundê Beşîr ku mezintirîn gundê sînorê parêzgeha Kerkûkê ye û rûniştvanên wê Şîe ne, niha beşekî zêde ji xaniyan wêran in û herifîne.


Bexdayê jî daxwaza xelkê navçeyî ji bo alîkariyan red kiriye.


Gundê Beşîr bi dûriya 25 kîlometreyan dikeve başurê Kerkûkê û beriya çend mehan ji aliyê Hêzên Pêşmerge ve hate kontrolkirin, piştî mana 2 salan di destê DAIŞê de.