Kurdistan ji bo kujerên jinan hawara xwe digihîne Interpolê

Rûdaw – Silêmanî (Rûdaw) -Hikûmeta Herêma Kurdistanê bi rêya polîsên navneteweyî (Interpol) hewl dide wan kesên ku tohmetbar in bi kuştina jinan û reviyane bigire. Niha jî polîsên Hewlêrê du doz ji rêveberiya Interpolê re şandine.

 

Ebdula Umer ku yek ji berpirsên nehîştina şîdeta dijî jinan e ji Rûdawê re ragihand, îsal bi rêya polîsên Hewlêrê navê du kesan ku bi kuştina jinan tohmetbar in ji Interpolê re şandine, lê heta niha nehatine girtin.

 

Navborî got “Her kesê bi kuştina jinan tohmetbar be, li derveyî welêt be jî, fermana girtina wî derdikeve û ferman ji Interpolê re jî tê hinartin. Hikûmeta Herêma Kurdistanê jî dosyeya wan dişopîne, lewra zehmet e tohmetbar bifilitin.”

 

Mercên girtinê çi ne?

 

Lê ji bo girtina tohmetbarekî li derveyî welêt hinek şert û merc pêwist in. Yek ji wan mercan ew e ku ew kesê daxwaza girtina wî tê kirin û reviyaye derveyî Kurdistanê, li dadgehê fermana girtina wî ya navneteweyî derkeve ku bi herdu zimanên erebî û ingilîzî be û hemû zanyariyên li ser tohmetbar tê de hebin, wek danîna wêneyeke wî û nasandina şêwe û rengê çavên wî û hemû zanyariyên din. Herwiha divê awayê pêkanîna tawana wî bi kurtî bê zelalkirin. 

 

Herwiha divê dema cezakirina kesê tohmetbar ne kêmî du salan be, çimkî eger ji du salan kêmtir be, Interpol li ser kar nake. Merceke din jî ew e ku divê Dosyeya Radestkirinê ji tohmetbar re li dadgehê bê rêkxistin da Interpol piştrast bibe ku tohmetbar tawan pêk aniye û kêşe ne kêşeyeke siyasî ye û piştre dema wî bigrin wî radestî welatê wî bikin.

 

“Girtina wan hêsan e”

 

Çalakvanê parastina jinan Felah Muradxan dibêje girtina tohmetbarên kuştina jinan li derveyî welêt hêsan e, lê polîsên welatên derve daxwaza belge û zanyariyên berfireh li ser kesên tohmetbar dikin “Eger hikûmeta Herêma Kurdistanê belgeyên zelal û berfireh ji wan re bişîne, girtina tohmetbaran hêsan e.”

 

Muradxan şopandina dosyeyên kujerên jinan ji aliyê dezgehên têkildar ên Herêma Kurdistanê rezne dike û dibêje “Karekî baş e eger hewldana girtina kujerên jinan li derve bê kirin, lê dev ji derve berde, heta niha li Kurdistanê cidiyet nîne bo şopandina dosyeyên kuştina jinan!”

 

Navborî diyar dike ku di 24 salên borî de bi hezaran jin hatine kuştin û belgeyên berfireh li ser kujerên wan hebûn, lê li gor zanyariyên wî, di dema girtin û cezakirina wan de ew demeke pir kêm li zindanan mane û bi lêborînê hatine berdan û azadkirin.