Zarokekî ji Kobaniyê 2 meh in li Minbicê wenda ye

Hewlêr (Rûdaw) - Nêzîkî 2 meh in, zarokekî 16 salî yê ji bajarê Kobanî yê Rojavayê Kurdistanê li Minbicê wenda ye.

Malbata zarokê bi navê Mihemed Xelîl Bilal dibêje Ciwanên Şoreşger kurê wan revandine û heta çarenivîsa wî eşkere nakin.

Malbata zarokê Mihemed Xelîl Bilal ji Rûdawê re got ku kurê wan ê 16 salî dema ku ji navçeya pîşesazî, ya Minbicê vedgeriya mal, wenda bûye û heta niha wenda ye.

Diya Mihemed ji Rûdawê re got ku ew çûne hemû navendên Hêzên Sûriya Demokratîk (HSD) û navendên ewlekariyê, lê heta niha ti bersiv ji bo wan nehatiye dayîn.

Diya Mihemed bang li Fermandarê Giştî yê Hêzên Sûriya Demokratîk (HSD) General Mazlûm Ebdî kir ku kurê wê lê vegerînin.

Mihemed Xelîl Bilal ji gundê Firzot yê Kobaniyê ya Rojavayê Kurdistanê ye.