Li Rihayê zarokekî 13 salî ji ber çûbû ser peykerê Ataturk hat desteserkirin

Hewlêr (Rûdaw) - Li parêzgeha Rihayê ya Bakurê Kurdistanê zarokekî 13 salî yê xelkê Sûriyê bi sedema hilkişiyaye ser peykereke Ataturk, ji aliyê hêzên ewlehiyê yên Tirkiyê ve hat desteserkirin.

Parêzgariya Rihayê bi daxuyaniyeke nivîskî ragihand, li ser hinek hesabên medyaya civakî bi sernavê “Çalakiyek bêrêzane ya ciwaneke Sûrî: Bêrêzî li Ataturk” dîmen hatine belavkirin.

Parêzgariya Rihayê diyar kiriye, piştî van parvekirinan lêpirsîn hatiye despêkirin û derketiye holê ku ew kesê ku hilkişiyaye ser peykerê Mustafa Kemal Ataturk zarokekî 13 salî yê bi navê M.E û xelkê Sûriye bûye û ji aliyê hêzên ewlekariyê ve hatiye desteserkirin.

Di daxuyaniyê de tê gotin: “Gomanbar, piştî rêkarên despêkê radestî Rêveberiya Beşê Zarokan hatiye kirin. Ev mijar ji aliyê hemû tîmên me ve tê lêkolîn kirin. Li parêzgeha me emê ti caran rênedin pirovakasyonên bi vî awayî.”