Li Rihayê pevçûna bi kêran: kesekî canê xwe ji dest da

Hewlêr (Rûdaw) - Li navçeya Xelîliyê ser bi parêzgeha Riha ya Bakurê Kurdistanê di navbera çend kesan de şerê bi kêran çêbû û di encam de kesekî ku bi kêrê birîndar bû li cihê bûyerê canê xwe ji dest daye.

Li gor agahiyan 2ê Temûza 2022ê li taxa Yeşildirek ser bi navçeya Xelîliyê di navbera kesekî 27 salî û çend kesên din de pevçûn derket.

 Di encama pevçûnê de wî kesê 27 salî bi kêrê hat birîndar kirin û li cihê bûyerê canê xwe ji dest da.

Herwiha piştî lêkolînê termê wî kesî bo morga Saziya Pizîşkî ya Edlî a Rihayê hatiye şandin.