Çîroka du xwîşk û birayên qurbaniyên ‘Komkujiya Sêwazê’

Enqere (Rûdaw) - Heta niha li Tirkiyê û Bakurê Kurdistanê gelek caran elewî rastî êrişên grubên nijadperest û tundrew hatine, yek ji wan bûyeran jî şewitandina otêla Madimakê ye. Otêla Madimakê li Bajarê Sêwazê sala 1993ê hate şewitandin û 33 kesayetiyên elewiyan jî tê de jiyana xwe ji dest dan.

Bayram kurdekî ji bajarê Sêwaza Bakurê Kurdistanê ye. Ew 27 sal in her 2 Tîrmehê tê parkê û peykerên xwarziyên xwe maçî dike. Korayê 12 salî  û menekşeya 16 salî  xwarziyên wî bûn ku 2ê Tîrmeha sala 1993ê li Sêwazê di otêla Madimakê de tevî 31 kesayet û hozan û rewşenberên elewî hatibûn şewitandin.

Bayram Aksoy, xalê 2 qurbaniyên Sêwazê, dibêje, “Xwarziyên min di tîma semahê de bûn, hem semah digêran hem jî xwe fêrî semahê dikirin. Lê li Sêwazê xwînmijan ew qetil kirin, wê rojê xwîşka min û zavayê min jî diçin seredana apê min û ew ji qetlîamê rizgar bûn. Koray jî xwîşka wî jî gelek zîrek bûn, Koray her car behsa planên xwê yên paşerojê dikir.”

2ê Tirmeha sala 1993ê ji bo beşdariya çaremîn festîvala Pîr Sultan Abdalê miradhasilê elewiyan, hozan û rewşenbîr û nivîskar û kesayetên elewiyan çûne bajarê Sêwazê lê piştî demekê ew rastî êrişa hinek grubên nijadperest hatin û 33 kes di otelêkê de hatine şewitandin. di bîrananînên îsal de asayişê rê neda ku komeleyên elewiyan daxuyaniyê bidin. 

Mustafa Karabuda,  Hevserokê Komeleya Demokratîk a Elewiyan dibêje, “Di 27emîn salvegera qetlîamê de me got em dê 10 xulekan daxuyaniyekê bidin, lê tehamûl nekirin, dewleta ku tehamila deh xulekan nebû li Sêwazê 8 seatan çavên xwe li şewitandina elewiyan girt. Roja  ku dema dadgehê hat em diçin lê hê em negehiştî salona dadgehê, yeksar dozê paş de dixin.   

Di destpêkê de li ser doza Madimakê 109 kes hatinbûn desteserkirin, dawiyê proseya dadgehê hejmara girtiyan daket 34 kesan û her yek ji wan jî nêzîkî 15 sal ceza bo hate birîn.

Her çende hejmara wan nayê zanîn lê hê jî hejmareke tawanbarên vê bûyerê nehatina peydakirin.