VÎDEO - Li Amedê tevlihevî!

Amed (Rûdaw) - Li Amedê di xwepêşandana şermezarkirina operasyonên Liceyê polîsan mudaxaleyî alîgirên Partiya Herêmên Demokratîk (PHD) kir.

 

Îro bi pêşengiya Partiya Herêmên Demokratîk (PHD) li Parka Koşûyolû ya Amadê operasyonên Liceyê hat protestokirin.

 

Hevşaredarê Amedê Gultena Kişanak û gelek endamên partiyê tevlî protestoyê bûn.

 

Polîs ava şidandî bi ser xwepêşanderan de weşand.

 

Piştî bûyerê ji bo operasyonên Liceyê bê şermezarkirin, daxuyaniya çapameniyê hat belavkirin.