Rojava - Asayişê kirîn û firotina xaniyan qedexe kir

 

 

Hewlêr (Rûdaw) - Rêveberiya Giştî ya Asayişa Rojavayê Kurdistanê biryar da, ku ti kes bêyî erêkirina hêzên asayişê nikare xaniyan bikire, bifiroşe yan jî bide kirê.

 

Rêveberiya Asayişa Rojava di daxuyaniyeke nivîskî de bang li xelkê Rojavayê Kurdistanê kir ku bêyî hêzên asayişê xaniyan nekirin, nefiroşin û nedin kirê.

 

Asayişa Rojavayê Kurdistanê di daxuyaniya xwe de herwiha got, ku ev biryar bi armanca parastina ewlekariyê hatiye standin.

 

Asayişa Giştî, di daxuyaniya xwe de dibêje ku tevgereke zêde di malan de çêbûye û gellek xanî bi kirê têne dayîn û bandora vê yekê li ser ewlekariyê heye.

 

Di berdewamiya daxuyaniyê de hatiye: “Qedexe ye ku ti kes xaniyan bifiroşe û bikire bêyî ku erêkirina hêzên asayişê bistîne.”

 

Rêveberiya Giştî ya Asayişa Rojavayê Kurdistanê herwiha daye xuyakirin: “Îmzekirina peymaneke firotin, kirîn yan rehîne bêyî erêkirina hêzên asayîşê dê bibe sedema cezakirin û lêpirsîna qanûnî.”