AK Partî li Periyê bi ser ket

Hewlêr (Rûdaw) – AK Partî di hilbijartinên bajarokê Periyê yê navçeya Mêzgirê ya Dêrsimê Bakurê Kurdistanê de bi ser ket.

Piştî hilbijartinên 31ê Adarê ji ber îtirazên AK Partiyê biryar hatibû dayîn ku li bajarokê Periyê hilbijartin 2yê Hezîrana 2024an bên dubarekirin.

Di hilbijartinên îro yên şaredariya bajarokê Periyê de AK Partî bi ser ket.

Li gorî encamên destpêkê AK Partiyê 644 deng wergirtin, CHPyê 422 û DEM Partiyê jî 220 deng bi dest xistin.

Di hilbijartinên 31ê Adarê de CHPyê şaredariya Periyê bi dest xistibû.

Encama 31ê Adarê wiha bû:

CHP: 471

AK Parti: 467

DEM Partî: 274