Tirkiyeyê gundekî Şehbayê topbaran kir

Hewlêr (Rûdaw) – Tirkiyeyê gundê Semoqayê yê kantona Efrîn û Şehbayê topbaran kir.

Li gorî nûçeya ANHAyê, Tirkiye û grûpên çekdar ên di kontrola wê de Semoqa topbaran kiriye.

Heta niha li ser encamên topbaranê ti agahî nehatine bidestxistin.

Li hêla din, Tirkiyeyê doh jî bi dronan êrişî Rojavayê Kurdistanê kiribû.

Di van êrişan de 4 şervanan canê xwe ji dest dabû û 11 sivîl jî birîndar bûbûn.