Li Dêrezorê HSDê emîrek û 3 çekdarên DAIŞê girtin

Hewlêr (Rûdaw) - Li bajarokê Mergede yê li başûrê bajarê Hesekê yê Rojavayê Kurdistanê, Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) di operasyonbeke taybet de, emîrek û 3 çekdarên DAIŞê girtin û dest bi ser cebilxaneyeke çek û teqemeniyên wê rêxistinê de jî girtin.

Navenda Ragihandinê ya HSDê duh Çarşembî 1ê Hezîrana 2022an ragihandiye, hêzên wan roja 30ê Gulanê li bajarokê Mergede yê li başûrê bajarê Hesekê yê Rojavayê Kurdistanê, di operasyonbek li dijî şaneyên nihênî yên rêxistina DAIŞê pêk anîne û di operasyonê de 4 çekdarên DAIŞê girtine.

Li gor daxuyaniya HSDê, di nav kesên girtî de “serkirdeyekî DAIŞê heye”, herwiha şervanên HSDê dest bi ser cebilxaneyeke çek û teqemeniyan û amûrên peywendîkirinê de girtine.

Di daxuyaniyê de tê gotin, “ev şaneya nihênî ya DAIŞê li deverê li dijî hêzên me û sivîlan êrîşên terorîstî pêkdianîn, herwiha çek û cebilxane ji bo şaneyên din ên terorîstî dabîn dikirin.”

Di 22ê Gulana bihorî de jî, li bajarokê Dîban li rojhilatê Dêrezorê Hêzên Sûriyeya Demokratîk di operasyonekê de pizîşkek û 3 birayên wî bi tohemta DAIŞê girtibûn.