Turkan Elçî: Nûçeyên rûxandina gora Tahîr Elçî ne rast in

Hewlêr (Rûdaw) - Turkan Elçî di derbarê nûçeyên rûxandina gora hevjînê xwe Tahîr Elçî de got “Ez nûçeyên bi awayê ku gor hatiye rûxandin etîk nabînim. Nûçeyên di medyayê de dibêjin ku êrîşên li dijî goristanan hatine kirin, ne rast in.”

Li Goristana Yenîkoy a navçeya Rezan a Amedê, hesinên li dora gora Serokê Baroya Amedê yê berê Tahir Elçî hatin rakirin. Hevjîna Tahir Elçî, Turkan Elçî li ser hesabê xwe yê twitterê da zanîn ku ew bûyereke diziyê bûye.

Peyamnêrê Rûdawê Maşallah Dekak çû Goristana Yenîkoyê û dibêje ku gurzê ser hesinên derdora gora hatine rakirin.

Xebatkarê ku 30 sal e li goristanê kar dike dibêje hesinên derdora goristana didizin ûp dibin difroşin.

Turkan Elçî hevjîna Tahîr Elçî ji Rûdawê re axivî û daxuyaniya xwe ya ser medya civakî bibîr xist û got “Gurzên li ser hesinên derdora gorê hatine dizîn. Ez nûçeyên bi awayê ku gor hatiye rûxandin etîk nabînim. Nûçeyên di medyayê de dibêjin ku êrîşên li dijî goristanan hatine kirin, ne rast in.”

Herwiha Elçî got “Beriya her tiştî, ev ne rewşeke niha ye, beriya mehekî çê bûbû, agahiya min jê hebû. Gava ku bûyer bibe dizî, Gava dor tê diziyê, ne rast e ku meriv wê veguherîne pirsgirêkek ku dê hestên mirovan îstismar bike. Ez dixwazim bêjim ku ez vê yekê neheq dibînim.”

Li ser hesabê xwe yê Twitterê Turkan Elçî diyar kir ku hesinên li dora gora hevjînê wê hatine rakirin û deriyên hin gorên li derdorê jî hatine dizîn.

Turkan Elçî got: “Ez ji ber hestiyariya li ser nûçeya ku gora Tahir Elçî hat xerakirin spasiya we dikim; lê belê ez dixwazim vê bêjim ku ez wê nûçeya ku dibêje 'hate wêrankirin' rast nabînim, ji ber ku gelek eşkere ye hate dizîn. Sibe, berteka me ya li hember wêraniyeke bi zanebûn dê bêwate be.”

Ji aliyê din ve Baroya Amadê jî diyar kir ku ev bûyer berî 20 rojan qewimî ye.

Baro Amedê di daxuyaniya xwe ya derbarê vê mijarê de dibêje: “Nûçeyên îro ku dibêjin 'gora Tahir Elçî hat wêrankirin’ rastiya wê ew e ku berî 20 rojan li Goristanê Yenikoyê hesinên hejmarekê goran hatibû dizîn. Em dixwazin vê agahiyê bidin ku gora Tahir Elçî nehata wêrankirin û em spasiya hestiyarî û eleqeya ku ji aliyê gel ve hatî nîşandan dikin.”