Encûmena Leşkerî ya Minbicê: Hinek alî hewl didin tevliheviyê çê bikin

Hewlêr (Rûdaw) – Encûmena Leşkerî ya Minbicê ragihand hinek aliyên derve hewl didin tevliheviyê li Minbicê çê bikin, lê deriyên Rêveberiya Xweser li pêşiya her kesekî ji bo her gotûbêjekê, vekirî ye.

Encûmena Leşkerî ya Minbicê daxuyaniyek derbarê bûyerên vê dawiyê de belav kir û tê de ragihand di vê qonaxa hestyar û zehmet a ku navçeyên Rêveberiya Xweser tê de derbas dibe û gefên hundir û derve û dorpêçkirina ku heye, rewşa Minbicê jî beşeke ji vê rewşa giştî ye.

Encûmena leşkerî ya Minbic tekez dike deriyên Rêveberiya Xweser li pêşiya her kesekî ji bo her gotûbêjekê vekirî ye, da ku daxwaz û rexneyên xwe pêşkêş bikin ku ew herdem li kêleka wan radiwestin.

Di beşeke din a daxuyaniyê de Encûmena leşkerî ya Minbic dibêje ku hinek aliyên derve hewl didin tevlîheviyê li navçeyê çêbikin û fitneyê di nava xelkê de belav bikin û aramî û asayîşa ku heye têk bidin.

Encûmena leşkerî dide xuyakirin ku êrîşkirina ser navendên ewlekarî û leşkerî ji aliyê kes û şaneyên tawankar fermanên xwe ji aliyê derve werdigirin û bû sedem ku qurbanî çêbibin.

Li gor heman çavkaniyê, ew alî erkê xweparastinê bikare tînin û dikin hêncet.

Encûmena leşkerî ya Minbic herwiha tekez dike ew li kêleka gelê xwe radiweste ji bo ku bi aştî û azadî bijîn û  erkê wan yê sereke jî, parastina gelê wan e ji her êrîşeke derve biparêze û gerentiya ewlekarî û asayîşê, dûdil jî nabin ji bo rûbirûyî her planeke têkder bibin.

Berdevkê Encûmena Leşkerî ya Munbic Şervan Derwîş jî got, ku daxwaziyên xelkê rewane, û ew li tenişt gelê xwe ne, û ew ji wan re tekez dikin, ku wan çawa ew ji terora DAIŞê rizgar kirin, ewê dîsa ewlekariya Minbic biparêzin.

Şervan Derwîş dibêje, ku ew wek Encûmena Leşkerî ya Minbic ew dê hemû rêkaran bigirin berê xwe, ji bo parastina xelkê û bicîhkirina ewlekariyê li Minbic.

Berdevkê Encûmena Leşkerî ya Munbic Şervan Derwîş wiha got: “Daxwaziyên xelkê me rewan e û em li tenişt gelê xwe ne, û em ji wan re tekez dikin me çawa ew ji terora DAIŞê rizgar kirine û me xwe kire qurbanî û bi sedan şehîd dane da ku gelê me bi azadî û bi rûmet bijî, lê hinek aliyan ev daxwazî ji xwe re bikar anîn. Çi li hundir û çi jî girêdayî ecendayên derekî û xwestin aramiyê têk bidin û giha wê yekê ku hinek kes êrîşî navendên ewlekarî û serbazî bikin.

Em wek encûmena serbazî ya Minbic tekez dikin ku emê hemû rêkarekî bigirn ber ji bo parastina xelkê û bicîhkirina ewlekariyê.”

Li bajarê Minbic û gundewarên piştî aloziyên duh careke din xwepêşanderan êrîşî asayişê kirin û di encamê de 3 kes hatibûn kuştin.