KURDISTAN - Sibe bazar vedibe lê qedexeya hatûçûna di navbera bajaran de berdewam e

Hewlêr (Rûdaw) - Qedexeya hatinûçûnê ku bo heyama 6 rojan li seranserê herêmê hatibû ragihandin sibe saet 18.00 bidawî dibe, lê qedexeya hatûçûna di navbera bajaran de bedewam e.

Parêzgarê Hewlêrê Firset Sofî di civîneke rojnamevanî de ragihand ku sibe Çarşemê 3yê Hazîrana saet 18.00 bazar û cihên giştî vedibin û qedexe bidawî dibe.

Firset Sofî diyar kir ku ew cihên ku pêştir bo vekirina wan destûr hatibû dayîn, bi mercê werin destnîşankirin ku sibe eşkere dikin, eger pabendê biryara bibin dikarin piştî saet 6ê êvarî benê vekirin.

Sofî herwiha tekez kir ku qedexeya hatûçûna di navbera parêzgehan de weke xwe dimîne û nabe di navbera parêgehan de hatûçûn hebe.

Parêzgarê Hewlêrê herwiha daxwaz ji welatiyan kir ku ji bo xweparastina ji vîrusa koronayê pabendî rênimayiyan bibin.

Ji aliyê din ve Rêvebirê Giştî yê Tendirustiya Hewlêrê Dr. Dilovan Mihemed ragihand ku li Hewlêrê kesekî din canê xwe ji dest da.

Dr. Dilovan Mihemed diyar kir ku ew kesê canê xwe ji dest daye pêwîstî bi oksijenê hebûye û bi şêweyeke tund virûsê ew girtibû û herwiha gurçikên wî jî ji kar ketibûn.

Piştî zêdebûna hejmara tûşbûyên koronayê di van rojên dawiyê de, Wezareta Navxwe ya Herêma Kurdistanê pêr qedexeya hatinûçûnê li seranserê herêmê bo dema 6 rojan ragihandibû.

Li gor amarên herî dawî yên Wezareta Tendirustiya Herêma Kurdistanê, heta niha 746 kes bi koronayê ketine û ji wê hejmarê 434 kes baş bûne.

Bi mirina vî nexweşê koronayê li Hewlêrê, hejmara tûşbûyên koronayê yên ku ji detspêkê ve heta niha li Herêma Kurdistanê canê xwe ji dest dane, gihîşt 11 kesan.