Rêveberiya Xweser û eşîrên Ereb li hev kirin: Kampa Holê tê valakirin

Hewlêr (Rûdaw) - Rêveberiya Xweser, di hevdîtina îro Yekşemî ya li gel eşîrên Ereb de ragihand ku ew dê ji sibê Duşemî 3ê Hezîranê ve beşa yekem ji jin û zarokên li Kampa Holê vegerînin cih û warên wan, ku hejmara wan 800 kes e, û xelkên Tebqa û Reqayê ne.

 

Hevserokê Encûmena Cîbicîkar a Rêveberiya Xweser, Ebid Hamid Elmihbaş diyar kir, ku ji sibê ve şandina wan jin û zarokan ji kampa Holê ve bo cih û warê wan dest pê dike û tekez kir, di qonaxên bihê de dê xelkê Minbic, Zêre Zor, Cizîrê û Herêma Feratê jî ji kampê bên derxistin û bo bajar, bajarok û gundên wan bêne vegerandin.

 

Ebid Hamid Elmihbaş got: “Sibe wê derkevin. Ev beş dê ji bo xelkên Tebqa û Reqayê be, lê ji bo hemû navçeyên Bakur û Rojhilatê Sûriyê, dê beş li pey hev bin. Beşên bên dê ji bo xelkên Minbic, Dêre Zor, Cizîrê, Herêma Ferat û hemû navçeyan bin. 

 

Me li Rêveberiyê xwest ku em beşekî berî cejnê derxin, tevî ku ev beş hindik e jî, lê em dixwazin şahî û dilxweşiyê têxin nav xelkê. Helbet ev jin û zarok bi garantiya eşîran derketin, ango çi kesê ku derketiye şêxê eşîrê xwe kefîlê reftara wan jinan e. Eger çi reftarek li derveyî nerîtên giştî be, ew şêx wê bê agahdarkirin.”

 

Ev gava Rêveberiya Xweser bi hevahengî û lihevkirin ligel serokên eşîran hate avêtin. Ew serokê eşîran garantorên wan kesan in, ku dê ji kampê derkevin, lê serokê eşîrekê eşkere dibêje ku ew dizanin ji wan jinan hinek DAIŞî hene û eger bi gotina wî be, pêwîst e ew jin neyên derxistin.

 

Şêxê eşîra Sebxe, Mihemed Tirkî El Sean spasiya Rêveberiya Xweser dike û dibêje: “Em spasiya rêveberiya sivîl û leşkerî dikin, ku wan ev comerdî bi me re kir, comerdî ligel şêxên eşîran kir, ku van jinên DAIŞî derxin, tevî ku ez li dijî wan im, lê ji ber ku ew û zarokên xwe xelkên vî welatî ne, helbet ew ji kesên ku hatine xapandin û bi wan hate kenandin, lê hêj hinek ji wan DAIŞî ne.

 

Min hay jê heye ku hinek ji wan li nav kampê, Hisbe û Emîre li cem wan hene, me xwe ji bo wan kiriye kefîl. Em ê kesûkarên wan, ku navên wan dane me, agahdar bikin. Em ê jî çavdêriya wan bikin, êdî eger çi karekî ne li rê ji wan bibînin, em ê aliyên desthilatdar agahdar bikin û wan vegerînin kampan yan vegerînin girtîgehan. Ev nerîna min a taybet e. Lê eger bi nerîna min be, ez kesekê ji wan dernaxim, ji ber ku duh bû, wan zarokên me kuştin.”

 

Daxwaza serokên eşîran ji bo derxistina wan jin û zarokan, di hevdîtina 3yê Gulana bûrî de bû, li nahiyeya Eyn Îsa, ku di hevdîtina roja 2ê Hezîranê de jî, biryar hate dan ku roja Duşemê 3yê Hezîranê dest bi cîbicîkirina wê biryarê bê kirin.