Asayişa Hewlêrê: Hêzên me keseke revandî rizgar kirin

Hewlêr (Rûdaw) –  Rêveberiya Asayişa Hewlêrê derbarê desteserkirina grûpeke revandinê de daxuyaniyek belav kir û têde ragihand: “Tîmên rêveberiya me karîn welatiyeka revandî rizgar bikin û kesên revîner jî desteser bikin.”

 

Asayişa Hewlêrê di daxuyaniya xwe de daye xuyakirin: “Demjimêr 11:30ê şeva 28-05-2019, sê tawanbar bi navên Rêbaz Qadir Salih, Ebdulsitar Qadir Salih û Ejîn Mistefa li bajarokê Enkaweyê, welatiyeka bi regez Hindî ya bi navê Nisara Ehmed Xefûr Şerîf direvînin, herwiha birayekî herdu tawanbaran, Rêbaz û Ebdulsitar, ê bi navê Nebez Qadir Salih ku haydarî plane bûye, çavdêriya kiryara revandinê kiriye.”

 

Asayişa Hewlêrê herwiha tekez kiriye: “Li gor danpêdanên tawanbaran, ku li gel daxuyaniyê hatiye belavkirin, kesên revîner dîmenên vîdeoyî yên kesa revandî digirin û ji birayê wê re dişînin, li hember azadkirina wê jî daxwaza 100 hezar dolarê amerîkî dikin.”

 

Di berdewamiya daxuyaniyê de hatiye gotin: “Birayê kesa revandî, heyama deh salan li Hewlêrê karê bazirganî kiriye û zimanê Kurdî zaniye, lewma jî piştî çend peywnediyên teelfonî û şandina tomarên dengî û lihevnekirina wan li ser rêjeya pere, kesên revîner bo dema 3 rojan kesa revandî li mala xwe zîndanî dikin, tevî vê yekê gefa kuştinê lê dixun û wê îşkenceya cesteyî û derûnî dikin.”

 

Rêveberiya Asayişa Hewlêrê dibêje: “Tîmên Rêveberiya Asayişa Hewlêrê di operasyoneke taybet de, karîn hemû revîneran desteser bikin û kesa revandî jî azad bikin û piştre radesetî Konsulxaneya Hindistanê ya li Hewlêrê bikin.”

 

Di daxuyaniyê de tê gotin, herwiha lêkolîn li gel tawanbar Ejîn Mistefa jî berdewam e.