Polîsê Hewlêrê: Termê nûciwanekî Sûrî li Enkawe hat dîtin

Hewlêr (Rûdaw) - Berdevkê Polîsê Hewlêrê ragihand, îro termê nûciwanekî li nahiyeya Enkawe ya ser bi Hewlêrê ve hate dîtin.

 

Hogir Ezîz ji Rûdawê re got, “êvara îro yekşemiyê termê nûciwanekî li nahiyeya Enkawe hate dîtin, ku navê wî Meisûm e, temenê wî 13 sal e û xelkê Sûriyê ye.”

 

Berdevkê Polîsê Hewlêrê diyar kir, li gor lêkolînên destpêkê derketiye holê ku “ew nûciwan hatiye fetisandin” û termê wî di maleke vala de hatiye dîtin.

 

Hogir Ezîz dibêje, hêj ti zanyariyên zêdetir li ser bûyerê nizanin û hêj nediyar ka ev nûciwan Kurdê Rojavayê Kurdistanê ye yan hevwelatiyekî Ereb ê Sûrî ye, lê belê têkildarî bûyerê dosye hatiye vekirin û lêkolînên hêzên polîs berdewam in.