David Bannerman pîrozbahî li Nêçîrvan Barzanî kir

Hewlêr (Rûdaw) – Serokê Komîteya Peywendiyên Parlementoya Ewropayê li gel Iraqê David Bannerman pîrozbahî li Serokê hilbijartî yê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî dike.

 

David Bannerman ku Serokê Komîteya Peywendiyên Parlementoya Ewropayê li gel Iraqê ye, li ser hesabê xwe yê twitterê peyama pîrozbahiyê belav kir û ragihand: “Gelek pîroz be li Serokê nû Birêz Nêçîrvan Barzanî, ez ji bo we hêviya baştirîn dixwazim û careke din silav li qurbanîdan û wêrekiya hêzên Pêşmerge di têkbirina DAIŞê de li Iraqê.”