Baydemir: Li dijî HDPê kudeta hate kirin

Amed (Rûdaw) – Berdevkê Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Osman Baydemir bi bîr anî ku Hevserokê HDPê Selahattin Demirtaş ji 4ê Mijdarê ve li girtîgehê ye û got: “Di 4ê Mijdarê de li dijî HDPê kudeta hate kirin.”

 

Parlementerê Rihayê û Berdevkê HDPê Osman Baydemir îro li Amedê beşdarî bîranîna Tahir Elçi bû.

 

Baydemir piştî bîranînê bi hinceta ku di derbarê wî de biryar heye ji aliyê polîsan ve hate desteserkirin.

 

Osman Baydemir piştî ku li 4emîn Dadgeha Cezayê ya Amedê îfada xwe da, hate berdan.

 

Herwiha Baydemir dema ku ji dadgehê derket ji rojnamevanan re axivî û diyar kir, ku piştî 4ê Mijdara 2016an bi ser HDPê de kudetayek hatiye kirin û aşkere kir, ku piştî wê kudetayê Hevserokên HDPê Selahattin Demirtaş, Figen Yuksekdag û parlementerên HDPê hatine desteserkirin û got: “Hêj ew bêhiqûqî û ew bêedaletî mixabin berdewam e.”

 

Baydemir herwiha destnîşan kir: “Sedema ku em li vir in, ew sedem e ku, ji ber ku HDP azadî dixwaze, ji ber ku HDP demokrasî dixwaze, ji ber ku HDP wekhevî dixwaze, ji ber ku HDP muxalefeteke bingehîn dide meşandin.”

 

Herwiha Osman Baydemir bal kişande ser wê yekê, ji bo ku dengê HDPê were qutkirin ev tişt tînin serê HDPê.