Wan: Di mehekê de 542 koçber hatin desteserkirin

Hewlêr (Rûdaw) - Li Wanê di meha Nîsanê de 542 koçber hatin desteserkirin.

Li parêzgeha Wanê ya Bakurê Kurdistanê di meha Nîsana îsal de di encama 184 operasyonan de 542 koçber hatin desteserkirin.

Li gorî daxuyaniya Parêzgarê Wanê operasyonên Fermandariya Cendermeyan a bajêr ên derbarê “qaçaxçîtiya koçberan û bazirganiya mirovan” de berdewam in.

Di vê çarçoveyê de Nîsana 2024an li parêzgehê bi koordîneya Serdozgeriya Komarê ya Wanê 184 operasyon hatine kirin û di encamê de 542 koçber hatine desteserkirin.

Herwiha derbarê 102 gumanbaran de jî karûbarên yasayî hatine kirin.