Erdogan: Li şûna Ocalan dê Selo bînin

Hewlêr (Rûdaw) - Serokomarê Tirkiyê Recep Tayyip Erdogan di mitînga xwe ya li Antalyayê de amaje bi wê yekê kir ku eger Berbijêrê Hevpeymaniya Milet Kemal Kiliçdaroglu di hilbijartinan de serbikeve dê  hevserokê berê yê HDPê Selahattin Demirtaş ji girtîgehê derbixin û got: “Niha ev Selo di girtîgehê de ye. Niha çi dibêjin em ê Selo berdin. Piştî wê jî Selo têxin şûna Ocalan. Ji vê jî diyar dibe ku hevdîtina birêz Kemal li meclîsê ev bû.”

Serokomar û Serokê Giştî yê AK Partiyê Recep Tayyîp Erdogan di mitînga partiya xwe ya li Antalyayê de axivî.

Serokomar Erdogan di axaftina xwe de amaje bi wê yekê kir ku Serokê Giştî yê CHPyê Kemal Kiliçdaroglu ji alî mekanîzmayekê ve wek berbijêr derxistin pêş û wiha domand: "Yên ku Kiliçdaroglu wek berbijêrê serokomar derxistin pêşberî me qet guh nadin hesasiyetên partiyiyên CHPyî û yên ku piştgiriyê didin hevpeymanê. Bay Bay Kemal CHP anî cihekî wisa ku ev partî bû hêlîna kesên heqaretê li Komarê û avakarê vê partiyê Gazî Mustafa Kemal dikin."

Erogan got: “Derdê van ew nîne ku bi hilbijartinê rêveberiyê bigûherînin û Tirkiye ji merheleya ku lê bû dewam bike. Derdê van ew e ku di qada siyaset, aborî, parastin û dîplomasiyê de Tirkiye herî kêm nîvêsedsalê paşve biçe, bi tehna wan têkeve çalekê û bi ser xwe ve neyê. Lê înşeallah dê bi ser nekevin. Derdê wan bi me re nîne, derdê wan bi Tirkiye û gelê Tirk re û bi destkeftiyên Tirkiyeyê re heye. Dixwazin welêt bikin qada rêxistinên terorê yên hevsarê wan di destê emperyalîstan de ye.”

Erdogan hinek xebatên kirine bi bîr xist û wiha got: "Beriya ku werim ser wezîfeyê jimara hilberînê ya li TOKIyê 40 hezar avahî bûn. Niha jî me milyonek û 300 hezar avahî çêkirin. 40 hezar li ku, milyonek û 300 hezar li ku?"

Di beşeke din a axaftina xwe de Erdogan rexne li hevdîtina Serokê CHPê Kemal Kiliçdaroglu a ligel hevserokên HDPê Pervin Buldan û Mithat Sancar kirin û got: “We dît, bi hemû hêza xwe Selo bû sedema mirina 51 birayên me yên li Amedê. Niha ev Selo di girtîgehê de ye. Niha çi dibêjin `em dê Selo berdin.` Piştî wê jî Selo têxin şûna Ocalan. Ji vê jî diyar dibe ku hevdîtina bay Kemal li meclîsê ev bû. Ma karî eşkere bike? Çend caran me gotiye eşkere bike, nikare eşkere bike. Eger ku hûn siyasetmedarek rastîn bin, hûn dê derkevin û eşkere bikin. Lê ew nikare eşkere bike. Jiyana wî derew e.”