Di şerê navbera YBŞ û artêşa Iraqê de serbazek hat kuştin

Hewlêr (Rûdaw) - Li Şengalê şer û pevçûn di navbera YBŞ û artêşa Iraqê de didome. Di encama şer de leşkerekî artêşa Iraqê ku xelkê Şingalê ye hat kuştin.

Peyamnerê Rûdawê îro Duşemê (02.05.2022) ji Şingalê ragihand ku zêdetirî 2 demjimêr in li gundê Dûgrêy yê ser bi nahiya Sinûnê di navbera YBŞ û artêşa Iraqê de şer berdewam e.

Şer gelek tirs û xof li ser hevwelatiyên Şingalê çêkiriye û beşek ji wan jî mal û malên xwe terikandine.

Rêveberê rêveberiya koçber û kirîzan li parêzgeha Duhokê Pîr Deyan Pîr Cafer ji Tora Medyayî ya Rûdawê re ragihand ku metirsî heye ku nêzî 200 malbatên Komelgeha Dûgrê ya Şingalêaware bibin û wan li Kampa Çemê Mişko ya li ser sînorê Duhokê ji bo wan cih amade dikin.

Herwiha peyamnêrê Rûdawê diyar kir ku artêşa Iraqê ew deverên ku YBŞ tê de ne, dike armanc û şeva borî rewşa sînorê Şingalê aloz bû û îro dîsa alozî derketiye.

Di heman demê de nûnerê parêzgeha Neynewa li parlamentoya Iraqê Şêrwan Duberdanî di derbarê mijarê de ragehand ku, piştî şer û pevçûnên şeva borî di navbera hêzên YBŞ û hêzeke lîwaya 72 ya artêşa Iraqê li devera Şingalê şer û pevçûn derket, îro hêzên YBŞê li bajarokê Snûnê yê ser sînorê Şingalê êrişî lîwayekî kirin û di encamê de 2 leşkerên lîwayê birîndar bûne.

Nûnerê parêzgeha Neynewa yê di Parlamentoya Iraqê de Şêrwan Duberdanî ji Tora Medyayî ya Rûdawê re ragihand ku roja Yekşemê 1ê Gulana 2022an li Babşilo ya rojavayê navçeya Şingalê di navbera Artêşa Iraqê û Yekîneyên Berxwedana Şingalê (YBŞ) de şer û pevçûn derketiye û heta saet 12:00ê şevê berdewam kiriye.

Şêrwan Duberdanî destnîşan kir ku Artêşa Iraqê daxwaz dike YBŞ xalên kontrolê yên li herêmê radestî wan bike lê hêzên YBŞê ne razî bûne û ji ber vê yekê şer derketiye.

Roja Şemiyê 30ê Nîsana 2022an şandeyeka bilind a leşkerî û asayişa Iraqê gihîşte Şingalê. Ev şande ji Fermandeyê Giştî Ebdulemîr Yarallah û Fermandar Ebdulemîr Şemerî, Cîgirê Fermandarê Operasyonên Hevbeş û çend fermandeyên ewlekariyê pêk hatibû.

Şêrwan Duberdanî her wiha dibêje nêzî 400 şervan ji herêmê vekişiyane lê hîn jî hejmareke zêde ya şervanan li Çiyayê Şingalê mane.