VÎDEO /ROJAVA - Di nav şer û aloziyan de seyran û stran
Hewlêr (Rûdaw) - Şer li Sûriyê û Rojavayê Kurdistanê gelek tişt, gelek kes bêdeng kirin, lê nekarî dengê kemançê û hozan û stranbêjan bêdeng bike.
Şerê ku ew çend salin li Sûriyê û Rojavayê Kurdistanê berdewame, gelek mal wêran kirin, gelek zarok sêwî hiştin, gelek dîwar hilweşandin, lê nikaribû dengê stranbêjên Eyndîwerê bêdeng bike.
Xelkê Rojavayê Kurdistanê di dema buharê de, derdikevin seyranan û şahî û ahengan li dar dixin.
Hejmarek hemwelatiyên Qamişlo li ber çemê Dicle, li gundê Indîwerê, Roja Cîhanî ya Karkeran pîroz kirin.