PDK û YNK li ser “Komkujiya Ermeniyan” dibin du bere

Ubêd Reşavayî

Dihok (Rûdaw)- Parlamenterekî ermenî bi îmzeya 40 parlamenterên Kurdistanê bi mebesta naskirina jenosîda ermeniyan proje-biryarek pêşniyarî serokatiya parlamentoyê kir. Frakisyonên PDK û Goran bêdeng in, lê YNKê piştevaniya vê pêşniyarê dike.

 

Ev proje-biryar ji aliyê yekane parlamenterê ermenî li Parlamentoya Kurdistanê Yerwant Nîsan pêşkêşî serokatiya Parlamentoya Kurdistanê hat kirin.

 

Yerwant Nîsan geşbîn e ku projeya wî bi piraniya dengan derbas bibe û got: “Min ji hemû fraksiyonan îmze kom kir.”

 

Di vê proje-biryarê de, daxwaz ji Parlamentoya Kurdistanê tê kirin ku li jenosîda ermeniyan li ser destê desthilatdarên Osmanî mikur bê. Herwiha tê daxwazkirin ku roja 24ê meha Nîsanê a her sal bibe bêhinvedana fermî ji ermeniyên Başûrê Kurdistanê re.

 

Endama Fraksiyona YNKê li Parlamentoya Kurdistanê Rêwas Fayeq piştevaniya projeya parlamenterê ermenî dike û ji Rûdawê re ragihand ku wê îmzeya xwe avêt ser wê projeyê.

 

Parlamenterê ermenî pesendkirina vê biryarê wek tiştekî asayî dibîne. Lê pisporê karûbarên Tirkiyeyê Beyar Mistefa vê yekê wek metirsiyeke mezin dibîne û dibêje: “Ne tenê bi pesendkirinê, lê gengeşekirina vê mijarê bixwe jî dê Tirkiyeyê û Erdogan bîne ser xetê û ziyaneke pir mezin bigihîne têkiliyên Enqere û Hewlêrê.”

 

Lê bi baweriya Endama Fraksiyona YNKê li Parlamentoya Kurdistanê Rêwas Fayeq, herçiqasî Tirkiyeyê bi vê pêngavê aciz bibe û bandor li ser têkiliyên Herêma Kurdistan û wî welatî bibe jî, lê got:

 

“Nabe em ji ber xatirê hêrsbûna Tirkiyeyê vê projeyê red bikin. Gellek tiştên din jî hebûn ku ne bi dilê Tirkiyeyê bûn. Lê dûre bûn tiştekî asayî. Wek mînak, ne bi dilê wê bû ku Pêşmerge herin Kobanî yan em li kantonên Rojavayê Kurdistanê mikur bên, lê me kir û derbas bû.”

 

Ji xeynî parlamenterên YNK, hinek parlamenterên PDKê jî îmzeya xwe avêtin ser projeya Yerwant Nîsan. Cîgira Serokê Frakisyona PDKê Amîne Zikrî dibêje: “Heta niha ev mijar di fraksiyona me de nehatiye gengeşekirin. Lewma em nikarin niha tiştekî li ser bêjin.”

 

Kadroyê bilind yê PDKê Mihemed Amir Dêrşewî ji Rûdawê re got: “Em hemû piştevaniya nasandina komkujiya ermeniyan wek jenosîd dikin. Di wextê xwe de, barzanî û eşîrên din li ser sînorê Tirkiyeyê bi hawara ermeniyan ve çûn.”

 

Lê bi dîtina Dêrşewî, ev pêngav di vê demê de wiha bi hêsanî li ser Herêma Kurdistanê derbas nabe: “Zehmet e Parlamentoya Kurdistanê di van şert û mercan de insyatîfeke wiha li ser vê babetê bike.”

 

Pisporê karûbarên Tirkiyeyê Beyar Mistefa bi bîra parlamenterên Kurdistanê tîne ku beriya çend rojan, gava Serokê Amerîka Barack Obama xwe amade dikir bo pêşkêşkirina gotarekê li ser derbasbûna 100 salî di ser komkujiya ermeniyan re, Serokomarê Tirkiyeyê Recep Tayyip Erdogan gef xwar ku nabe Obama gotina jenosîd bikar bîne. Lewma jî dema Obama gotara xwe pêşkêş kir peyva jenosîd bikar neanî: “Êdî çawa herêmeke wek Herêma Kurdistanê ku, eger deriyekî wê li ser dinyayê hebe Tirkiyeyê ye, biryareke wiha bide.!”