Serokatiya Herêma Kurdistanê: Tawanbarên Cejna Ekîtoyê dê bên cezakirin

Hewlêr (Rûdaw) - Serokatiya Herêma Kurdistanê êrişa doh a li merasîma Cejna Ekîtoyê ya li Dihokê şermezar kir û got, “Tawanbar jî dê bigihêjin cezayê xwe yên yasayî.”
Li Dihokê doh di şahiya pîrozbahiyên Cejna Ekîtoyê de di êrişeke bi kêrê de 2 kes birîndar bûn.
Serokatiya Herêma Kurdistanê derbarê êrişê daxuyaniyek da û ew êriş şermezar kir.
Li gorî daxuyaniyê Serokayetiya Herêma Kurdistanê ji nêzîk ve bi dezgehên peywendîdar ên Herêma Kurdistanê re wê êrişa tawankariyê dişopîne.
Di daxuyaniyê de wiha hatiye gotin:
“Di demekê de ku em bi tundî vê tawanê şermezar dikin, em hemû Kurdistaniyan piştrast dikin ku Herêma Kurdistanê wekî her tim dê niştimanê bihevrejiyan, tenahî û aramiyê ji hemû pêkhateyên xwe re bimîne û bi ti awayî rêya têkdana çanda bihevrejiyan, qebûlkirina hevdû û lêborînê nayê dayîn.
Tawanber jî dê bigihêjin cezayê xwe yên yasayî.”
Asayişa Herêma Kurdistanê ragihand ku kesê êriş kiriye hatiye desteserkirin û ew jî Sûriyeyê derbasî Herêma Kurdistanê bûye.
Hat zanîn ku kesê êriş kiriye ji Çeçenistanê ye.
Cejna Ekîtoyê
Ekîto xwedî dîrokeke kevnar e û dîroka wê diçe 5300 sal beriya zayînê.
Cejna Ekîtoyê ku hem sala nû ya gelê Asûrî/Siryanî ye, sembola nûbûna xwezayê û hatina biharê ye.
Ekîto ku di bingehê xwe de festîvaleke olî ye, di heman demê de jiyan û nûbûnê jî temsîl dike.
Her çi qasî di destpêka sedsala 20an de hatibe jibîrkirin jî, Ekîto ji bo parastina nasnameya gelê Asûrî/Siryanî bûye semboleke girîng.
Cejna Ekîtoyê, dikeve roja yekemîn a meha Nîsanê.
Di vê cejnê de wekî nerîtekê salane fêstîval û çalakiyên cur bi cur tên lidarxistin.
Cejna Ekîtoyê 12 rojan didome, ji bilî govend û reqsê, wekî Newroza Kurdan geşt û seyranan jî di nav de heye.
Li Herêma Kurdistanê ji sala 1992yan ve Xirîstiyan vê cejnê pîroz dikin.