WAN - Namzedê AK Partiyê bû duyem lê mazbata wergirt: Ji Rûdawê re axivî

Hewlêr (Rûdaw) – Namzedê AK Partiyê yê Wanê Abdulahat Arvas ji Rûdawê ragihand partiya wan li ser navê wî ji bo mazbataya şaredarbûnê serî li Lijneya Hilbijartinan a Bajêr daye.

Berdevka DEM Partiyê Ayşegul Doganê jî da zanîn ku wan ti valahî nehiştibû û hemû prosedûr pêk anîbûn.

Namzedê DEM Partiyê Abdullah Zeydan bi rêjeya ji sedî 55,48an li Wanê bûbû yekem.

Namzedê AK Partiyê Abdulahat Arvas jî li Wanê bi rêjeya ji sedî 27,15an bûbû duyem.

Lê Lijneya Hilbijartinan a Bajêr mazbataya şaredarbûnê da namzedê AK Partiyê.

Abdulahat Arvas derbarê biryarê ji Rûdawê re axivî û îdia kir ku DEM Partiyê dizanî dê biryareke wiha were dayîn.

Avras got, “Wan dizanibû ku biryareke wiha dê bê dayîn.

Abdullah Zeydan tenê ji bo ku li ser îradeya gel tevliheviyê çêbike wekî namzed hat nîşandan.”

Arvas herwiha îdia kir ku partiya wî li ser navê wî serî li Lijneya Hilbijartinan a Bajêr daye û got:

“Partiya me li dijî encamên hilbijartinê yên li Wan û navçeyên wê îtirazên xwe kirine û pêvajo berdewam dike.”

“Me ti valahî nehiştibûn”

Berdevka Partiya DEM Partiyê Ayşegul Doganê derbarê biryara betalkirina radestkirina mafên qedexekirî yên Abdullah Zeydan li navenda giştî ya partiyê daxuyaniyê da.

Ayşegul Doganê got:

“Di vê mijarê de ti berpirsyariya DEM Partiyê nîne ji ber ku me ti valahî nehiştibûn.

Di dema diyarkirina namzedan de, em hûr û kûr li ser mijarê sekinîn.

Zeydan hemû prosedûrên hiqûqî temam kirin û serî li Lijneya Bilind a Hilbijartinan da.

Serlêdana wî jî hat qebûlkirin.

Hûn mecbûr in rêzê li îradeya gel bigirin.

Em dê destûrê nedin heqê me were xwarin, mafê me yê ku bi bedelên giran hatine bidestxistin were zeftkirin.”