Mesrûr Barzanî: Divê rêz li statuya Herêma Kurdistanê bê girtin

Hewlêr (Rûdaw) - Serokwezîr Mesrûr Barzanî got, “Divê rêz li statuya destûrî ya Herêma Kurdistanê û pêkhateyên wê were girtin.”

Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî bi Nûnera Taybet a Neteweyên Yekbûyî ya Îraqê Jeanine Hennis-Plasschaertê re civiya.

Hikûmeta Herêma Kurdistanê li ser civînê daxuyaniyek belav kir.

Mesrûr Barzanî derbarê civîna ligel Jeanine Plasschaertê got “Di hevdîtina xwe ya li gel Jeanine Plasschaertê de, min tekez kir ku em piştevaniya lidarxistina hilbijartinan dikin.

Pêwîst e ew hilbijartin bê binpêkirinên destûrî û dîzayna pêşwext bên kirin û rêz li statuya destûrî ya Herêma Kurdistanê û pêkhateyên wê were girtin.”

Mesrûr Barzanî bal kişand ser rola civaka navdewletî di çavdêriya proseya hilbijartinan de ku bi awayekî paqij û dadperwerane bi rê ve biçe.

Di hevdîtinê de her du alî jî li ser rakirina pirsgirêkên li pêşiya hilbijartinan û gihiştina çareseriyekê ji bo parastina proseya demokratîk û aramiya Herêma Kurdistanê, hev ra bûn.