Başak Demîrtaş ji bo piştevaniya Abdullah Zeydan diçe Wanê

Hewlêr (Rûdaw) - Hevjîna Selahattin Demîrtaş Başak Demîrtaşê ragihand ku ew dê ji bo piştevaniya Abdullah Zeydan biçe bajarê Wanê.

31ê Adarê li Tirkiye û Bakurê Kurdistanê hilbijartinên xwecihî hatin kirin.

Namzedê DEM Partiyê yê Wanê Abdullah Zeydan bi rêjeya ji sedî 55,48an, wekî Serokê Şaredariya Bajarê Mezin a Wanê hat hilbijartin.

Lê Namzedê AK Partiyê yê Wanê Abdulahat Arvasê ku 27,15ê dengan standibûn mazbataya şaredarbûnê wergirt.

Li ser vê yekê gelek kes û saziyan bertek nîşan da.

Yek ji wan kesan jî hevjîna Selahattin Demîrtaş Başak Demîrtaş e.

Başak Demîrtaşê li ser hesabê xwe yê Xê diyar kir ku ew dê ji bo piştvaniya Zeydan biçe Wanê.

Başak Demîrtaşê wiha got:

“Midaxeleya li hemberî biryara gelê Wanê qet nayê qebûlkirin.

Divê her kes rêzê li îradeya gel bigire û her kes xwedî li biryara gel derbikeve.

Ji bo xwedî îradeya gel derbikevim ez jî dê sibê li Wanê bim.”