Çemê Botanê reş diherike; lêkolîn hate destpêkirin

Hewlêr (Rûdaw) - Çemê Botanê çend roj in reş diherike û vê yekê tirsek xistiye dilê xelkê navçeyê û ditirsin madeyek zerarmend tevlî bûbê lê berpirs dibêjin wan nimûne ji avê wergirtine û bo pişkinînê hatiye şandin, dê encama pişkinînê bi raya giştî re ragihînin.

Çemê Botanê diherike ser Çemê Dîcleyê ku 10 km ji navenda parêzgeha Sêrtê ya Bakurê Kurdistanê dûr e çend roj in reş diherike û vê yekê tirsek li ba xelkê navçeyê çêkiriye. Li gor agahiyên ku hatine belavkirin. Berpirsan derbarê mijarê de dest bi lêkolînê kiriye.

Alîkarê Rêveberê Bajarvanî û Guherîna Keşûhewayê yê Sêrtê Mesut Batur derbarê lêkolînan de daxuyaniyek daye û gotiye, “Par van deman di çemê Botan de dîsan reng hatibû guhertin, îsal jî rengê avê hatiye guhertin. Bi saziyên din re me dest bi lêkolînê kiriye madeyek ku qirêj bike neketiye nav avê. Lê nimûne ji avê hatiye girtin û bo pişkinînê hatiye şandin. Em dê encama pişkinînê bi raya giştî re parve bikin.”

Mesut Batur her wiha gotiye ku ew guman dikin ji ber guherîna keşûhewayê kevza avê zêde bûbe û ji ber wê tiştekî wiha çêbûbe.