Li Xarpêtê di bûyereke trafîkê de 5 kes birîndar bûn

Hewlêr (Rûdaw) - Li parêzgeha Xarpêtê ya Bakurê Kurdistanê otomobîlek ji rê derket û wergeriya di encamê de 5 kes birîndar bûn.

Li bajarokê Yurtbaşi ya Xarpêtê 2ê Nîsanê otomobîlek ji rê derketiye û li barhilgira li kêleka rê sekinî qelibiye û wergeriya ye.

Li gor agahiyan di bûyerê de 5 kesên ku di otomobîlê de bûn birîndar bûne.

Li ser agadarkirinê tîmên tendirustiyê û cendirme bo cihê bûyerê hatine şandin. Birîndar bo nexweşxaneyên bajêr hatine veguhestin.