Konsulê Tirkiyê serdana Mîrê Êzidiyan û Babe Şêx kir

Hewlêr (Rûdaw) - Konsulê Tirkiyê yê Hewlêrê serdana Mîrê Êzidiyan û Babe Şêx kir û got ku ji ber terora DAIŞê, xelkê Êzidî dest ji mal û warên xwe berdan û behsa girîngiya cîbicîkirina rêkeftina Şingalê jî kir ku xelk vegere ser warên xwe.

Konsulê Tirkiyê yê li Hewlêrê Hakan Karaçay li Şêxana ser bi Duhokê ve serdana Mîrê Êzidiyan Mîr Tehsîn Beg û Babe Şêx kir û di wê serdana de Wezîrê Herêma Kurdistanê Aydin Merûf, Serokê Delegasyona Iraqê ya Hevya Sor a Tirkiyê Yunus Yazici jî amade bûn.

Hakan Karaçay behsa wê kir, wan alîkariyên Heyva Sor a Tirkiyê bi ser koçberên li Kampa Şêxanê de belav kirin û piştre wan serdana Babe Şêx kirin ku bi gotina wî hem wan ji ber wefata kesekî nêzîk li Babe Şêx wan serxweşî lê kir û hem jî derfet peyada kirin ku hinek mijaran gotûbêj bikin.

Konsulê Tirkiyê got, piştî serdana Babe Şêx wan serdana Mîr Hazim kirin û di vê serdanê de jî wan mijarên peywendîdar bi Êzidiya gotûbêj kirin.

Konsulê Tirkiyê dibêje, “Em her tim li gel birayên xwe yên Êzidî ne. Kesên ku emli gel civiyan, wek hûn dizanin hem rûhanî û hem jî rêberên civaka Êzidî ne. Van kesayetan ji ber alîkariyan spasiyên xwe pêşkêşî Tirkiyê kirin. Helbet ev alîkariyên ku welatê me bêyî ciyawaziya regez, ol, ziman pêşkêş dike, di nava Êzidiyan de jî pêşwazî lê tê kirin. Me îro ev yek di asta herî bilind de jî bihîst.”

Hakan Karaçay amaje bi rewşa Kurdên Êzidî kir ku nikarin vegerin ser warên xwe û ev yek jî girê da bi hebûna PKKê û rêxistinên ser bi wê ve li Şingalê ku wî ev yek wek “zilm” binav kir û got jî Êzidî “li gor dîtina me hinekan hewldane vegerin lê ji ber zextên PKKê nikarîne vegerin.”

Li beramber jî Babe Şêx kêfxweşiya xwe ji ber serdana Konsulê Tirkiyê û şanda li gel anî ziman û got, Êzidî alîkariyên bo wan tên kirin qet jibîr nakin û tomar dikin.

Mîr Tehsîn Beg jî kêfxweşiya xwe li beramber alîkariyên Tirkiyê yên bo Êzidiyan derbirî û behsa rewşa Şingalê û rêkeftina Hewlêr-Bexdayê kir, “Li Şingalê leşkerên Iraqê, PKK û Heşda Şeibî hene. Eger rêkeftina Hewlêr-Bexdayê bê cîbicîkirin dê gelek baş be. Em çaverê ne ev rêkeftin bikeve warê cîbicîkirinê. Rewşa koçberên Êzidî yên navxwe ne baş e. Koçber li benda vê rêkeftinê ne.”

Herwiha di çarçova wê serdanê de Hevsa Sor a Tirkiyê 500 kolî xorak bi ser koçberên Kurdên Êzidî yên li Kampa Şêxan belav kirin.