HRE: 6 çekdarên ser bi Tirkiyê ve hatin kuştin

Hewlêr (Rûdaw) - HREê ragihand ku, li Efrînê 6 çekdarên ser bi Tirkiyê hatine kuştine.

Hêzên Rizgariya Efrînê (HRE) ragihand ku li gundê Omera, gundê Birc Heyderê û taxa Mehmûdiyê ya bajarê Erfrînê, wan êrîşî pêgehên artêşa Tirkiyê û grupên çekdar ên girêdayî wê, kirine.

Li gor daxuyaniya hatiye belavkirin di encamê de, 6 çekdar hatine kuştin û çekdarek jî birîndar bûye û herwiha wesayîteke leşkerî ya çekdaran jî hatiye têkşikandin.

Herweha Artêşa Tirkiyê û çekdarên girêdayî wê, ji serê sibehê ve, gundên navçeya Şêrawa yên Efrînê topbaran dikin.

Li gor çavkaniyên xwecihî, topbarana artêşa Tirkiyê û çekdaran, li Şêrawa berferehtir bûye û yek ji wan gundên ku hatiye topbarankirin gundê Ziyaratê ye.

Derbarê encamên topbaranê de heta niha ti zanyarî nehatine belavkirin.