Dijeterora Kurdistanê: 2 nûciwanên Siûdî li Hewlêrê hatin radestkirin

Hewlêr (Rûdaw) – Dijeterora Kurdistanê derbarê radestkirina du nûciwanên Siûdî ji aliyê Herêma Kurdistanê ve radestî Erebistana Siûdiyê hatin kirin û dibêje, herdu nûciwan ji Hewlêrê ve bo welatê wan hatin vegerandin ne ji Tirkiyê ve.

 

Di daxuyaniya Dijeterora Kurdistanê de, ku ser bi Encûmena Asayişa Herêma Kurdistanê ve ye, amaje bi belavbûna nûçeyekê li kanala Alarabiya dike û dibêje: “Kanala asmanî ya Alarabiya 31ê Adarê di raportekê de behsa vegerandina du nûciwanên Siûdî dike ku bavê wan ew biribûne nav refên rêxistina terorîstî ya DAIŞê li Sûriyê û hêzên asayişa Siûdiyê  karîne ji welatê Tirkiyê ve vegerînin welatê xwe.”

 

Dijeterora Kurdistanê dibêje: “Ew herdu nûciwan ku navê wan (I. Nasir Ebdullah) 15 salî û (A. Nasir Ebdullah) û 12 salî ye, di Tîrmeha sala 2014ê de bi armanca geşt û seyranê li gel bavê xwe çûne Tirkiyê, paşê bavê wan, wan dibe Sûriyê û nav refên rêxistina terorîstî ya DAIŞê. Piştî mehekê bavê wan di nav refên DAIŞê de tê kuştin. Kalemêrek bo demeke dirêj wan herdu nûciwanan xwedî dike.”

 

Li gor daxuyaniyê, “di 26ê Adara 2019ê de herdu nûciwan digihin xala sînorî ya Pêşabûrê ya di anvbera Herêma Kurdistanê û Rojavayê Kurdistanê, û ji aliyê Rêveberiya Giştî ya Dijeteroa Kurdistanê tên wergirtin û piştre radestî Konsulxaneya Siûdiyê ya li Hewlêrê tên kirin û bo welatê xwe têne vegerandin.”

 

Dijeterora Kurdistanê tekez dike, “proseya vegerandin û radestkirina wan du nûciwanên Siûdiyê, li Herêma Kurdistanê û bi hevkariya Dijeterora Kurdistanê hatiye encamdan û ti têkiliya wê yekê bi welatê Tirkiyê ve nebûye, ku di raporta kanala Alarabiya de behsa wê hatiye kirin.”